209 gösterim
17,42 viral puan

HSD: Emê di demek nêzîk de rizgarkirina Reqqa ragihînin

Berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cîhan Şêx Ehmed û Telal Silo li ser rizgarkirina bajarê Reqqa ji nav lepên terorîstên DAIŞ'ê daxuyanî da...
Zerya 12.10.2017 saat 19:03
  1. 1.

    EYN ÎSA- Berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û Berdevkê QSD’ê Telal Silo di Forma Reqayê de axivîn û gotin ku di demek nêzî de wê mizgîniya rizgarkirina Reqayê were ragîhandin.CIHAN SEX EHMED

    Cîhan Şêx Ehemed di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bibrî anîn û berxwedana şervanan di qadên şer de silav kir. Her wiha berxwedana şêniyên Reqa û hemû beşdarên formayê silav kirin. Şxê Ehmed di axaftina xwe de destnîşan kir ku QSD’ê gelek hemleyên rizgarkirinê meşandine û wiha dom kir: “Her dem serkeftin para şervanên me bû. Piştî ku şêniyên Reqayê bang li hêzên me kirin, hêzên me destserdan kirin da ku şêniyên Reqayê rizgar bikin. Hemleya me ya rizgarkirina Reqayê didome, rizgarkirina Reqayê nêzîk bûye.”TELAL SILO

    Berdevkê QSD’ê Telel Silo jî di Forma Reqayê de axivî û got ku hemleya Reqayê ku hîn didome encamên dîrokî bi xwe anîn û wiha dom kir: “Em îro serdemeke dîrokî jiyan dikin.Serdema ku ewlekarî û aramî bi saya xwîna şehîdan û şervanên me yên qehreman pêk hatiye.”

    Herdû rayedarên QSD’ê di axaftinên xwe de mizgîniya rizgarkirina Reqayê ya di demeke pir nêzîk de anîn ziman.
  2. 2.

  • Şu an haberi okuyan: 1 kişi var

  • Toplam Viral: 1 gösterim
  • Toplam Seed: 12 gösterim
  • Toplam Direkt: 196 gösterim
  • Viral Puan: 17,42
şu an popüler