EYN ÎSA- Berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û Berdevkê QSD’ê Telal Silo di Forma Reqayê de axivîn û gotin ku di demek nêzî de wê mizgîniya rizgarkirina Reqayê were ragîhandin.CIHAN
SEX EHMED
Cîhan Şêx Ehemed di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bibrî anîn û berxwedana şervanan di qadên şer de silav kir. Her wiha berxwedana şêniyên Reqa û hemû beşdarên formayê silav kirin. Şxê Ehmed di axaftina xwe de destnîşan kir ku QSD’ê gelek hemleyên rizgarkirinê meşandine û wiha dom kir: “Her dem serkeftin
para şervanên me bû. Piştî ku şêniyên Reqayê bang li hêzên me kirin, hêzên me destserdan kirin da ku şêniyên Reqayê rizgar bikin. Hemleya me ya rizgarkirina Reqayê didome, rizgarkirina Reqayê nêzîk bûye.”TELAL SILO
Berdevkê QSD’ê Telel Silo jî di Forma Reqayê de axivî û got ku hemleya Reqayê ku hîn didome encamên dîrokî bi xwe anîn û wiha dom kir: “Em îro serdemeke dîrokî jiyan dikin.Serdema ku ewlekarî û aramî bi saya xwîna şehîdan û şervanên me yên qehreman pêk hatiye.”
Herdû rayedarên QSD’ê di axaftinên xwe de mizgîniya rizgarkirina Reqayê ya di demeke pir nêzîk de anîn ziman.